![]() |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||||||||
|
Lêkolîner dibêjin ku bi kêmanî ji 2600 salan û bi vir de li hinek cîhên Rojhilata Navîn û Asya Nêzîk, Newroz tê pîroz kirin /Naci Kutlay/
Newroz rastiyeke ku têkiliya wê bi dîroka kevin re, bi kultur û dewlemendiya Mezepotamya û efsaneyên çend hezar sal re heye. Dema mirov bala xwe dide wateya Newrozê û ji doh ber bi îro de tê, mirov dibîne ku di sebeba çêbûna wê de, reda zulmê, dijayetiya çavsoriyê veþartî û hundurandî ye.. Herwuha mirov dibîne ku rizgarbûn, þahî û kêfxweþî, coþ û heyecana azadiyê heye di vê çêbûnê de. Ji sala 1990 î û bi vir de Newroz, sal bi sal, ber bi îro de, ji her gelekî din zêdetir bûye perçeyek ji jiyana gelê kurd, bûye kultur, serhildan, roja berxwedanê û qêrîna daxwaz û xwestekên neteweyî û însanî.. Di destpêka 90 î de bi sedhezaran kurd derketin kolanan û tevgera neteweyî ku bihêz bû, xwe girt û ji gel re bû mal, Newroz guhert, polîtîze û neteweyî kir, wergerande rojeke têkoþîn û berxwedanê. Îro hejmara beþdaran ji giþ kategorî û komikan, li welat, li derveyî welat, ji her þax û baskî ye. Li giþ Rojhilata Navîn, li Kafkasya, li Balkanan û li Ewropa kurd dikevin nav Newrozê, govendê digrin û xwe di ser agirê wê re davêjin. Her Newroza tê, coxrafya pîrozbahiyên xwe hinekî din firehtir dike, hestên neteweyî, hevbeþ û bihevrebûnê hinekî din geþ û gurrtir dike û cihê xwe di bîr û hafiza milyonan de bêhtir diçespîne. Ji Tehran heta bi Þamê, ji Stenbolê heta bi sînorê Çînê û ji wur jî heta bi Londra kurd Newrozê dijîn, bi coþa Newrozê radibin û rûdinin. Newroz îro, bûye navnîþan, xeleka girêdan û hest û ramana „em xelk û neteweyek in, derbasbûyîn, dîrok û kultura me yek e, çarenûsa me, xweþî û nexweþiyên me, serketin û binketinên me hevbeþ in.“ Bi hezaran navên Newroz ketine malên kurdan, wek nav li zarokan hatiye kirin, bi sedan helbest û stran vî navî hildigrin û edebiyateke Newrozê çêbûye, bûye tema û dabaþa lêkolînan. Kurd xwe di nav Newrozê de nas dikin, di nav newrozan de ev xwenaskirin û hestê bihevreyî û em ji cîhekî ne xwurt dibe. Newrozê, bi taybetî di 30 salên dawî de, êdî efsane û wateya roja jidayibûna xwe qevast, çareçeweya xwe li gora demê, silogan û duruþmên di rojevê de fireh kir û bûye roja serhildan û raperîna gelê kurd. Di her pîrozbayê de aliyekî din, aliyê navneteweyîbûna wê jî xwiyatir û berçavtir dibe. Dibe cejna birayetî, azadî û wekheviyê û ji derekê û pê de cejna her kesî, her kultur û gelî. Newroza îsal, ango Newroza 2008 an bû tacenewroza giþ newrozên berî xwe û ji roja Newroz ji diya xwe bûye û bi vir de, dîrok nebûye þahidê Newrozeke bi vî rengî. Bi milyonan kurdên Newroz pîroz kirin riya çareseriyê destnîþan kirin û daxwazên xwe wuha hejmartin: - Tecrîda Ocalan di nav de ye rakin û zîndana Imralî bigrin. - Operasyonan bisekinînin û bi Ocalan re rûnin. - Kurdistana azad û demokratîk nas bikin, qebûl bikin. - Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigrin bin garantî û demanê. Di Newroza îsal de bajarê Amedê cardî pêþengî kir û ala kultur, nasname, ziman, kinc û lixwekirina gelêrî û axaftina bi zimanê kurdî berz kir û cardî meznahiya xwe da ber mohrên dîrokê. Newroza Amedê, Newrozên bi dehan bajarên bakur, Tirkiye û perçên din yên Kurdistan bi alên konferderalîzmê û bi posterên Ocalan, da xwiyakirin û peyitand ku tevgerarizgarîxwazî di qonaxa xwe ya helî xwurt, stewyayî û organîzekirî de ye. Herwuha hate dîtîn ku di dîroka Komara Tirk de Newroza 2008 an Newroza helî mezin û girseyî ye û li ser asta helî fireh û welatgir bilaþ û gewdbûna îradeya gelê kurd e. Newroz çawa gihiþte vir ? Newroza 1990 î Ji destpêka salên 1990 î û bi vir de, pîrozkirina Newrozê êdî bûye beþek ji jiyana gelê kurd. Newroz bi temamî ketiye cîhana kurdan û êdî sal ji sala din bêhtir deng dide. Bi nisbet û dereceya hiþyarbûna gelê kurd, bihêzbûn û jigelremalbûna tevgerarizgarîxwazî, Newroz jî ber bi bûna cejneke neteweyî de li ser asta helî berz kete rê. Newrozên Cizîr û Nisêbînê di serê sala 90 î de bûn du gavên xwurt û bihêz di dîroka newrozên Kurdistan de bi giþtî û di ya bakurê welat de bi taybetî. Rojeke din di dîroka Newrozê de bûyera 19 ê meha Adarê ya sala 1993 an li Cizîrê ye. Vê rojê panzeran rasgele taxên bajêr gulebaran kirin û ev jî bû sebeba ku careke din jî Newroz bibe dika bûyerên bixwîn. Bi taybetî gulebarana ku taxa Cûdî ji bo xwe kiribû hedef li dora seetekê domand. ji bo þopandin û dîrasetkirina di cîhê xwe de û germa germa þopandina bûyeran ji partiya Hepê hejmarek parlamenter û ji gel komeke mezin çûn Cizîrê. Panzerên polîsan bi çekan li vê heyetê reþand. Hindik mabû parlamenter di bin panzeran de bimînin. Parlamenterên Hepê piþtî lidarxistina civînekê ji bo çapemeniyê ji Cizîrê derketin. Belê êrîþ û palemara helî mezin li dijê xwepêþandanên Newrozê li bajarê Edenê rû da. Sibeha 21 ê Adarê li taxên Daðlýoðlu, Barbaros, Hürriyet û Yenibey hêzên ewlekariyê bi kalas û copan êrîþ birin ser girseyên ji bo pîrozkirina newrozê kom bûbûn. Li vir û li dera han gel jî hate gulebarankirin û hêzên ewlekariyê bi panzeran ajotin ser xelkê. Li aliyê din jî hêzên ewlekariyê derketina derve qedexe kirin û di dema bûyeran de du mirov yek bi navê Ramazan Çetin û yê din jî bi navê Nezir, jiyana xwe ji dest dan. Newroza 1994 an. Agirbes û geþ û gurrbûna þer. Sala 1993 an PKk yekemîn agirbesa xwe îlan kiribû. Belê dewletê ev hewla rawestandina þer û gava ber bi aþtiyê de bêbersiv hiþt. Yek ev bêbersivmayîna deweletê û ya din jî bandêra rawestandina þerê yekalî sala piþtre li ser psîkolojiya aliyan, þer derxiste asta helî xwurt. Þer zêde dibû, firehtir û xwênawîtir dibû dewletê bi *kodetaya 2 ê Adarê* parlamenterên Dep ê girte binçavan. Ev êdî îþaret û nîþanên siyaseteke nû ya dewletê bû di mesela kurdan de. Ev hiþkî û sertiya di siyaseta dewletê de, rengê xwe da helwestê dewletê yê beramber Newroza sala 94 an jî. Pîrozbahiyên sala 94 an bi nakokî û pevçûn derbas bûn. Hêzên ewlekariyê li navendên bajarên mezin tedbîrên zêderew girtin û çendî jê hat rê li pîrozbahiyên Newrozê girt. Belê xelkê guh neda hewlên dewletê û bi ser ewqas dijwarî û asteng de jî derkete kolanan. Heger ne ji ber kontirola xelkê ya li ser xwe û balixbûna siyasî ya xelkê bûya, bûyerên qewimîn dibe ku hê mestir û hê jî biêþtir bûna. Encamên wan jî dibe gelekî ji ewê dihate texmînkirin girantir bûna. Li aliyê Turkiye û li Rojavayê Turkiye di pîrozbahiyên Newrozê de cardî xelk û polîs hatin himber hev û bi sedan kes ketin qereqol ûnezaretan. Li bajarên Cizîrê û bajarokê Sêrtê Kurtelanê rojên 19,20 û 21ê Adarê ji seet 18.00 heta bi 06.00 derketina kolanan hate qedexekirin. Newroza 1995 an Hikûmeta Tansu Çiler û salên reþ û tirsnak. Sala 1995 an hem ji awura siyaseta navxwe ya turkiye û hem jî ji awura helwest û siyaseta dewletê beramber kurdan saleke cihê ye ji salên berî xwe û destpêkeke li gora xwe. Bi deshelatdariya hikûmeta Çiler re kuþtinên failên wan nediyar, wundabûnên di bin çavan de dibin rêz û li pey hev tên. Di peralêla wan de operasyonên hêzên ewlekariyê li dijê gerîlan çend qat dibin. Edî serdemeke tarî û bêbabaviyeke nedîtî li dar bû, hêzên ewlekariyê har û þêt bûbûn. Roja bêkuþtin nemabû, tirs û xofeke nebihîstî zal û qar bûbû. Belê xelk nesekinî, kevirê xwe di ber xwe re berneda û girêdayê doza xwe nekete nav sersarî û bêxemiyan. Li himber vê, Çiler ragihand ku ew dê Newrozê serbest bike. Belê Newroza ku Çiler serbest kir ne ew Newroza gelê kurd bû ku ji hezarên salan û bi vir de li Rojhilata Navîn dihate pîroz kirin û xwediyê rehên kûr û çend damarî bû. Ev ne Newroz belê Nevruz bû. Dewleta ku ji serê sala 90 î û bi vir de bi minasebetên corecor digot ku Newroz ne cejneke kurdan e, sala 95 an di zemanê serokwezîrtiya Çiler de ev îdîa xwe xurt kir û jê û pêde ev cejneke neteweyî ya turkane got û ji bo nevruzkirina Newrozê gava helî pratîkî avêt. Edî di van salan de lihevxistina hêkan, kutana hesin û sidyan û xweavêtina di ser agirên biçûk yên êzingan re di di meha Newrozê de li vir û li dera han di nav siyasetmederên dewleta tirk de têne dîtin. Newroza 1996 an Pîrozbahiyên bêdestûr û insiyatîva gel. Newroza 1996 an di bin bandêr û siya agirbesa sala 95 an de hat. Ev agribes jî bêbersiv ma û hejmara operasyonên leþkerî zêde bûn. Di nav hewa û atmosfereke wuha pêsîrteng û tengezarane de kurdan Newroz bi insiyatîva xwe pîroz kirin. Polîs di dereceya yekem de li Batman û li Amedê mudaxeleyî Newrozan kir, belê xelk bela nebû. Di nav midaxele û di bin midaxeleyan de pîrozbahiyên xwe domandin. Lê insiyatîfa gel ku sala 96 an xwiyatir û berçavtir bû sala piþtre ango sala 97 an êdî bû mina metod û awayekî ku li piraniya bajarên din jî kete jiyanê. Herçendî dewletê destûr neda û pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir û zorî da operasyonan jî, cardî li gelek deveran xelkê insiyatîv girte destên xwe û Newroza xwe pîroz kir. Di van pîrozbahiyan de xelkê dîtin û pêþniyazên xwe ji bo çareseriyê jî pêþkêþ kirin, anîn ziman û îfade kirin. Li Amedê li meydana Batikentê di Newroza hate kirin de li dora 15 hezar kes hatin ba hev. Helwest û siyaseta qedexekirina Newrozê sala 98 an xelk hê zêdetir bi israr kir û bi ser giþ dijwarî û nelibariyan de Newroz hatin pîroz kirin. Newrozên li Stenbol û li Edenê bê bûyer derbas bûn. Li Amedê bi ser ku deweletê destûr neda û pîrozkirina Newrozê qedexe kir jî li Batikentê Newroz pîroz kir. Di nav polîs û xelkê de þer û pevçûn derket. Di van bûyeran de bi dehan kes hatin girtin, gelek kes birîndarbûn û bi sedan kes jî ketin bin Newroza 1999 an Sala 1999 an çavên cîhanê li ser kurdan e. Ev sal dibe saleke wuha ku bala cîhanê û çavên raya giþtî dizîvire ser kurdan. Newroza sala 99 an dibe yekemîn Newroza piþtî girtin û zîndanîkirina rêberê Koma Civakên Kurdsitanê Abdullah ocalan. Ji ber vê jî Newroza helî rageþ û di nav rageþiyê debû. Rewþeke rakêþandî hebû. Bi ser wê de ku tedbîrên dijber gelekî bi xwurtî jî hatibûn girtin li Amed û li Stenbolê bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Edenê polis gazên hêsirrêj bi karanî, gurûbên paramilîter ajotin ser beþdarên di nav Newrozê de. Heyetên biyanî ku ji Ewropa ji bo dîrasetkirina Newrozê li meydanên pîrozbahiyan bûn, hatin girtin. Newroza 2000 î Komara Demokratîk zimanê çalakiyan. Ber bi sala 2000 an de Turkiye dikete serdemek ku gelek tiþt ne mina berê bûn, hinek tiþt hatibûn guhertin. Kurdên ku bi girtin û zîndanîkrina Ocalan re ketibûn nav rageþî û rakêþandineke diyar, cardî bi midaxela Ocalan diherikîn nav çalakiyan, belê vê carê li ser rêyeke nû. Êdî zimanê qonaxê ne zor û þer, belê serhildana demokratîk bû. Teza Komara Demokratîk ya Ocalan û xwejinûveavakirina PKK li dora van ramanên Ocalan, dibû kilîta qonaxeke biguhertin. Newroza ku di nav atmosfereke wuha de sala 2000 an li dar ket bi awayekî nebûyî hate prozkirin. Dewletê cara ewil li hinek bajarên Turkiye destûra pîrozkirinê da û bi milyonan kes ketin nav pîrozbahiyan. Li Amed, Batman, Wan, Mêrdin Mersin û Ýzmirê bi sedhezaran kes daketin meydanên Newrozê. Li Amedê li meydana fuarê ku li dora 10 km an dûr bû ji navenda bajêr li dora 200 hezar kesî beþdar bû tê de. Newroza 2001 ê Ne înkar ne jî cihêyî belê Komara Demokratîk. Newroza sala 2001 ê pîrozbahiyên Newrozên sala berê ango sala 2000 an bi çiloyî û bi çawayîya xwe çend qatan derbas kir. Li Amedê raya giþtî û cîhan dibû þahidê coþ û rabûneke mezin. Mezin, biçûk ciwan, zarok giþ gelê Amedê xwe berda meydana þahî û pîrozbahiyê. Di demekê de ku giþ gelê bajêr daket meydanan meþ û xwepêþandanên navenda bajêr aram bûn. Hejmara beþdarên Newrozê gihiþte milyonan. Bi tenê hejmara li bajarê Amedê kete nav þahiya Newrozê xwe gihande 500 hezar kesî. Siloganê li Amedê hate dalqandin ku nivîsa li ser * Ne înkar ne jî cihêyî, belê Komara Demokratîk* bû, dibû naverok û cewherê telebên xelkê. Newroza 2002 an, Newroza li dijê îdamê û xwestina azadiya zimanê kurdî. Turkiye demeke dirêj bi hewcedariya xwedemokratîkirin û xweguhertinê re hatibû himber hev. Du tiþt bi hev re dibûn. Ev herdû tiþt jî ji hercar zêdetir hatibûn himberê hev. Ev jî kevin û nû bûn. Kevin û nû li hev ditewiyan, di bin çavan re li hev dinerîn. Li aliyekî daxwaz û xwestekên demokrasî û guhertinê zêde dibûn û li aliyê din jî israra hêzên li aliyê statukoyê û li dijê guhertinê dewam dikir. Guhertinên qanûnî di çarçeweya ahenga bi Yekîtiya Ewropa re bala herkesî dikþande ser xwe. Li aliyê din nîqaþên li ser îdamê jî ku bi mesela endametiya di yekîtiya Ewropa de derkete serê lîsteya rojevê, ji bo kurdan dabaþa helî hesas û niþmî bû. Li milê ciwanan jî ji ber ku bi hezaran xwendevanan ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî serî li meqamên dewletê dabûn doz û dawe li wan hatin vekirin. Rakirina îdamê û rakirina qedexexeyîyên li ser zimanê kurdî û astengên li ser riya axaftin, nivîsandin û perwerdeya bi zimanê kurdî, mohra xwe li Newroza sala 2002 an xistin. Newroza sala 2002 an bû wesîleya ragihandin, beyankirin û îlankirina hêz û karîna gelê kurd. Di vê Newrozê de gelê kurd ji ku hatiye ku, çendî û bi çi derecê girêdayê serokê xwe ye, bi heþkereyî derkete meydanê. Bi tenê di Newroza Amedê de li dora milyonek mirov hate ba hev. Wan bi 300 hezarî bû bajarê duhem û batman jî bi 200 hezarên xwe derkete asta bjarê sêhem. Newroza 2003 an Rojîn zaroka Newroza Mersînê Sala 2002 an ku coxrafya pîrozbahiyên Newrozê gelekî firehtir bû ji salên berî xwe, li Mersîn û li Stenbolê destûr nehate dayin û ev jî bû sebeb ku di Newrozên Mersîn û Stenbolê de xwîn birje û nexweþiyên mezin çêbibin. Li Mersînê polîsan meydan gulebaran kirin. Di bûyerên ku derketin de du kes yek bi nave Ömer Aydýn û yê din jî bi navê Mehmet Þen hatin kuþtin. Belê ji dîmenên Newroza Mersînê keçikeke biçûk ku kevir davêt panzeran ji bîra xelkê qet dernakeve. Navê vê keçika sêsalî Rojîn Kahramanar bû, wê di Newroza sala 2006 an de temenê wê bibe 7. Newroza sala 2002 an tê bîra wê û hestên xwe piþtî 4 salan wuha anî ziman. . Newroza wê sale bêj hema ez hindik mabû di bin lingên panzeran de biperçiqim. Ez gelekî tirsiyam. Min jî kevir avêt. Vê Newrozê ez naxwazim þer derkeve. Heger panzer cardî bê ez jî ez dê cardî keviran bavêjim. Bila panzer li zarokan nede. Bila destûrê bidin zarokan agir pêxin* dewletê rê û destûr neda, li Stenbolê jî sala 2002 an Newroz bê pîrozkirin. Li aliyekî qedexeyî û li aliyê din jî hewil û israra pîrozkirina Newrozê di nav polis û gel de bû sebeba nîqaþ û xireciran. . Di bûyerên Stenbolê de gelek girtin û lêdan çêbûn. Pîrozbahiyên Newrozê sala 2003 an derkete asteke berztir. Di Newroza vê sale de hêrs û bêhntengiya ji ber bêbersivmayina hewlên aþtiyê, mohra xwe li Newrozan xist. Gel girêdana xwe bi serokê xwe re bi awayekî heþkeretir û xwiyatir pêþ herkesî kir. Milyonên ketin nav Newrozê banga aþtiyê kirin. Bi giþtî li piraniya bajarên Kurdîstan ku destûra pîrozbahiyên Newrozê hatibû girtin, pîrozbahî ne bê istîsna be jî û bê bûyer û rûdaw derbas bû. Newroza 2004 an Bi hezaran Posterên Ocalan li ba dibin. Pîrozbahiyên Newroza sala 2004 an dibin platformeke hûtane de ku dibin cîhên bang û qêrînên daxwazên aþtiyê. Newroza vê sale li ber deriyê hilbijartinên belediyan tê pîrozkirin. Xelkê kurd hilbijartin û neqandina xwe li meydanan kir. Gel û xwepêþandêran bi hezaran posterên Ocalan li meydan û sikakan rakir, Hilda û di serî de li Amedê û piþtre li bajarên din bi xêrhatina Kongra gel kir. Tiþtekî din ku gerek bê gotin û ji bîra nebe girêdayê Newroza bajarê Þirnexbû. Bajarê Þirnex jî yek ji wan bajaran bû ku cara ewil bi destûr Newroza xwe pîroz dikir. Dewletê Sala 1992 an li Þirnexê gelek xwîn rijandibû. Sala 2004 an xelkê di berwarên çiyayên Cûdî û Gabar de Newroza ku bûye sembola azadiyê, bi kêf pîroz kir û tehma vê pîrozkirinê derxist. Li Wanê Hejmareke zêdeyî 200 hezarî ku li ser keleha wanê hate ba hev banga demokrasî û azadiyê kir. Poster û wêneyên Ocalan meydan xemilandibû û di nav pankart û siloganan de pankarteke mezin û fireh bala mirov dikþand ku ji giþ yên din xwiyatir û berçavtir bû. Li ser vê pankarta bi qasî avahiyekê nivîseke wuha dihate xwendin. . " Ji Girava Ahtamara bi hezaran silav ji bo Imralî* Newroza 2005 an Sala 2005 an di pîrozbahiyên Newroza Mersînê de ji ber ku du zarokên kurd yekî 12 salî û yekî 14 salî xwedîgiravî ala turk avêtibûn erdê dewleta turk ji ser xwe çû û kete nav nobetê histeriyan. Hêzên rûreþ û rûtarî, kesên rûnexwiyayî çawa di wextê xwe de li rûsya li dijê yahûdiyan hatibû kirin, koroyeke nasyonalîst û nîjadperest hate li dar xistin li dijê kurdan Serfermandariya artêþê îfadeyên *qaþo welatî*, Rezîlan*, * kes bila zorê nede sebra artêþa Turk, bi karanî û gelê kurd tehdît kir. Piþtre serokkomar û serokwezîr jî ji aliyê xwe piþtgriya vê kampanya esker jê re pêþengî dikir, kirin û bi xwe jî ketin nav. Hêzên nasyonalîst bi giþ bask û þaxên xwe, bi çep û rastên xwe ji vê koroyê re li çepikan dan û kampanyake êrîþkar dest pê kirin. Li her aliyê welat, li bakur li baþûr û rojava alên turk dalqandin û ragihandin ku kesên dalneqînin ew xayinin. Ev kampanyên dalqandina alan, ji aliyê artêþê ve hate birêvebirin û handayin. Bi vê jî nesekinîn û qirika wan bi vê jî hilnehat. MHP, hêzên faþîst û paramilîter êrîþ birin ser tax û tarên kurdan, ser dikan û cihên karên kurdan. Li dibistanan þagirt û xwendevanên kurd jî ji van êrîþan para xwe girtin. Medya turk cardî çavên xwe girt û devê xwe vekir û çi hate ber devê wan ji kurdan û ermeniyan re gotin. Avahiyên DEHAP ê jî li derveyî van êrîþan nema. Dadgehan lipêrsin vekirin di derheqa DEHAP ê de. Xwiya bû ku mesele, ji mesela alê zêdetir bûye behane û fersendek ji bo êrîþkariya þovenîst û nîjaperest re. Newroza 2006 an Newrozeke wurþedar û bi mesajên zelal ku hem ji bo siyaseta hundur û hem jî ji bo ya navneteweyî xwedî wate bû li dar ket. Jii Frankfurtê heta bi dêrsimê, ji Þmdînlî heta bi izmîrê, ji Stenbolê heta bi Izmîrê bi silogan, posterên Ocalan û alên KKK hate pîrozkirin. Newroz bi awayekî wurþedar û bihiþmet hate pîrozkirin. Milyon ketin kolan û meydanan, daketin qadên newrozê “ “Ocalan îradeya me gotin” û dan xwiyakirin ku Ocalan muxatabê çareseriyê ye, kesê niwînerayetya kurdan dike û pirsgirêkên kurdan pê re bêne nîqaþ kirin ew û ne kesekî din e. Girseyên qelebalix û gilûr mesaja ku pirsgirêka kurdan bi þer û xwînê çareser nabe û riya çareseriyê aþtî û diyalog e ragihand. Newroza 20006 an hem bû cejna sala nû û hem jî cejna konfederalîzmê. Gel herdû kirin yek û ew wergerandin cejna vejînê. Ev newroz xwediyê wateyeke wuha zelal û konkiret e. Ferqa newroza 2006 an ji yên berî xwe di çend tiþtan de bû. Di van çend tiþtan de kete pêþiya Nerozên salên berî xwe: Ya ewil pîrozbahiyên vê salê coxrafya xwe gelekî firehtir kir û li gelek cîhên nû hate pîrozkirin. Li gelek cîhên ku nehatibû pîrozkirin hate pîrozkirin. Ya duhem dewletê bi xwe jî bi awayekî xwiyatir û medyatîktir, Newroz pîroz kir, êdî Newrozê hew karin red bikin. Xwiya bû ku hewlên dejenerekirina Newrozê ku sala 1992 an dest pê kir wê bi sernekevin.Newroz nabe Nevruz. Giringiyeke din ya vê Newrozê di wê de bû ku ew hewla ji sala 2003 an û pê de ji bo jiçavxistina serokê neteweyî Abdullah Ocalan hebû û di bin navê çareseriyeke bêocalan de li holê digeriya, di vê Newrozê de bêencam ma. Ji vê awurê Newroza 2006 an ji yên berî xwe zêdetir bû Newroza serokayetiyê. Ji xwe berî Newroz bê bi demekê kampanya “ Abdullah Ocalan îradeya min ya siyasî ye dest pê kiribû. Gel di vê Newrozê de li bangên rêxistinê xewdî derket. Bi vê Newrozê dormedorên gel cihê û serokayetiyê chê digrin dest û cihê dinirxînin þemareke baþ xwarin. Bi milyonan welatî bi yekdengî “ Bijê Serok Apo” qêriyan û alên konfederalîzmê û posterên Apo mohra xwe li her aliyê Newrozê xistin. Vê Newrozê de yeke din jî got: komploya navneteweyî naghe encamê û wê bi sernekeve. Xeta serokaytiyê li ser piyan e, wê bi ser giþ planên komplogêr û dolabgêran riya xwe bidomîne. Di qonaxa nû de gel siyaseta Imralî naperjirîne û naxwaze pê re bijî. Gel, tevger û serokayetî bûn yek. Newroza 2006 an di yekemîn salvegera Koma Komalên Kurdistan de li dar ket. Wek tê zanîn Koma Komalên Kurdistan ji aliyê serok Apo di Newroza 2005 an de hatibû îlankirin. Ji vê awurê Newroza 2006 an bûye pîrozbayîyeke ducejnî. Bi aliyekî xwe jî wek cejna serok hatiye pîrozkirin. Herwuha ev Newroz li sala referandumê û komkirina îmzeyan ji aliyê Komîteya referandûmê rast hat û ku bi milyonan îmze hatin komkirin. Heta Newrozê 2 milyon îmze kom bûbûn. Ji vê awurê Newroz bi serê xwe bû referandûmek. Cardî wek piraniya newrozên salên dawî di vê Newrozê de jî cardî jin di sefên ewil de bûn û berî xwe ji germaya 8 ê Adarê rojan dawþînin, bi germaya cejna jinan ketin cejna neteweyî. Pîrozbahiyan bi dirêjayîya hefteyekê dewam kirin. Kuþtina 14 gerîllayan bi çekên kîmyewî û defnandina cenazeyên hinan ji wan li Amedê bû sebeba ku xelk rapere. Reaksiyona li Amedê dest pê kir kete bajarên din jî û bûyerên din dan pey ya Amedê. Hejmara zarok û ciwanên di Newroza 2006 an de ketin ji malên xwe pekiyan kolan û meydanan xweseriyeke cihêker bû ji bo vê Newrozê. Þop û dewsên zulm û qetlîamên dewletê li Kurdistan sebeba serrekî bû ji bo vê reaksiyona fireh. Gelek ji zarok û ciwanên kolanan di zemanê þer de ku zêdeyî 30 salan e dewam dike ji diya xwe bûbûn. Zulmê dinyaya zarokan serobinî hev kiribû, bi sedan derz û terk li jiyana wan dabûn. Van zarok û ciwanan li dora 4600 gundên xwe ku ji aliyê hêzên dewletê hatibûn xerab kirin bi çavên serê xwe dîtin. Van zarokan û ciwanan koçberkirina 4 milyon kurd dîtin, çawa zevî, dehl û bexçên wan têne þewitandin dîtin, daristanên wan çawa dibin qirik û xwelî dîtin. Van zarokan bi çavên serê xwe dîtin çawa hêzên ewlekariyê yên dewletê êrîþ birine ser dê û bavên wan, xizim û cîranên wan, gundî û welatiyên wan, çawa ew dane ber asaqan û ew þikence kirine, çawa ew bi zorê ji ax, erd û mal û xaniyên wan qetandine, derxistine, çawa bê mal û bêkar mane, birçî perîþan bûne. Ev zarok yan jî ciwan ji bîra nakin dema bav û diyên wan, cîran û xizmên wan çawa þev nîvê þevê hatine revandin, hatine îþkence kirin û piþtre kuþtine û avêtine teniþt qeraxên xewlecîhan. Qêrîn û girî û hewarên bi dû van cesedan de dîtine, bihîstine. Kesên ku roj li nîvro li ser riya karên xwe, di dikanên xwe de, di ereb e û malên xwe de ji piþta stuwê xwe hatine gulebarankirin û 125 hezar kuþtiyên failên wan nediyar jiyane. Çawa birçî û li rasta mane, bêxwendin, bêkar û pîþe. Li welatekî helî dewlemend çawa naçarê sefîltiyê hatine kirin û çawa giþ mafên wan ji destên wan htine girtin dizanin. Ji xwe ev in yên ku ciwanên kurd anîne cihekî ku biteqin. Û tiþtê di Newroza 2006 an de bû jî ev bû. Newroza sala 2007 an Newroza sala 2007 an jî bi amadeyîyên li Amedê dest pêkir. Serokê DTP a Amedê Hilmi Aydogdu ji raya giþtî re heþkere kir ku ew dê Newrozê bi çalakiyên ku wê seranser û tevahiya heftê bigrin pîroz bikin. Di ragihandin xwe de Hilmi got ku newroza 2007 an di demekê de ku agirbesa PKK hê dewam dike de li dar dikeve û ji vê awurê wê roleke girîng bilîze. Piþtre Hilmi Aydogdu uslûbê hikûmet, dewlet û medya tirk ji ber gotinên ji bo siyasetmedar û serokên baþûrê Kurdistanê bikar tînin rexne kir û got ku gerek dev ji vî uslûbê xwe berdin û bi hurmet bin. Di dewma gotinn xwe de : her gotina serokên li baþûrê Kurdistanê rencîde û biçûk dike ew me jî dêþîne. Amediyan, Newroz li meydana Fuarê bi çalakiyên corecor û bi bernameyeke dewlemend pîroz kir. Þaredarê Amedê Osman Baydemir jî ji bo Newroza 2007 an wuha axivî: “ Newroz ne bi tenê rojeke ji awura siyasî xwedî wate ye. Bi qasî vê û bi vê re Newroz pêwiste di hewa û atmosfereke mîna ya karneval û festîvalan jî de bê pîrozkirin û ne bi tenê amedî, belê biyanî û turîst jî tê de beþdariyê bikin û zewq û kêfekê bigrin jê. Herwuha Baydemir herkesê Amedî vexwend festîvalê û gotinên xwe wuha girêdan: Ji bo Newrozeke serketî, em wek belediya mezin em dê giþ îmkanên xwe seferber bikin” Serokê DTP Aydogdu got ku wê Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî, serokê Hikûmeta Kurdistana Federal Mesûd Berzanî, serokkomarê Tirkiye Ahmet Necdet Sezer; Serokwezîr Receb Tayib Erdogan û gelek kesên din vexwîne. Newroza 2007 an bi awayekî girseyî li 53 cîhên Kurdistan û Tirkiye hate pîrozkirin. Di vê coxrafya fireh de herçendî ne dawiya hefteyê bû jî zêdeyî 2 milyon mirov derketin meydan û gasînan. Li 15 cîhan li ser asta lokal poîsan midaxele kir. Di ser 50 kesan re ji aliyê hêzên dewletê hatin desteserkirin. Dîroknas û þarezayên dîroka pîrozbayîyên Newrozan Newroza sala 2007 an bi gotinên li jêr nirxandin: 1. Newroza 2007 an wê di dîroka kurdan de wek Newroza helî polîtîzebûyî têkeve dîrokê. Kurdan di vê Newrozê de ji her demê zêdetir têkiliya xwe ya bi Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û partiya Pkk re bi rengekî heþkere, vekirî û bi dengê bilind ragihand. Silogan, banderol û pankartên hatin rakirin di vê çarçewê de bûn û ketin jiyanê. Newroza 2007 an heta tu bêjî bes vekirî û zelal wergeriya Newroza Abdullah Ocalan û ya PKK. Mohra Abdullah Ocalan û Pkk vekirî xwiya bû li vê Newrozê. 2. Newroz bûye xwediyê þîfreyeke karekteriyane. Kurd di her Newrozê de xwe jinûve diafirînin û nasname û karekterê roj û qonaxê didin Newrozê. Newroza 2005 an bû Newroza îlankirina Konfederalîzma Demokratîk, Newroza 2006 an Ocalan wek îradeya siyasî binav kir û ya 2007 an jî di siloganê “ Tendurustiya Ocalan tendurustiya gel e” de bilaþ û gewd bûye. Xelkê ji raya giþtî, bêalî, navneteweyî û pêwendîdar xwestiye ku heyetekê biþîne Imralî rewþa Ocalan ji nêzîk de bibîne, kontirol û muayeneyên pêwist bîne cîh û beramber heyeta hkûmetê gumanbariya xwe qêriyaye, wek daxwaza serekî rgihandiye. 3.Newroza 2007 an meþrûiyeta teza ku dibêje Pkk terorîst e serobinî hev kir, xiste nav piyan û ev angaþt çendî bêbingeh û bêcîh e peyitand. Xwedîderketina hejmareke di ser 2 milyonan re li Pkk û ew jî bi rengê helî vekirî, helî berçav û pendî, ev teza Tirkiye tarûmar kir. 4. Kurdan di Newroza 2007 an de yekîtî û bi hevrebûna xwe xwe ya neteweyî çespandin, li der û dora berjewendên hevbeþ kom bûn, civiyan û hosteyî û qabiliyet û karîna bihevrebûyînê derxistin asteke berztir. Girêdayê vê xalê divê mirov axaftina ku ji aliyêLeyla Zana hate kirin jî bibîr bîne: “ Sê serokên kurdan hene: yek Telebanî, yê din Berzanî û yê sêhemîn jî Ocalan e”. Vê jî astengên psîkolojîk yên li ser riya yekîtiyê anîn xwarê. 5. Newroz bi ser giþ tehrîk û provokasyonan û propegendeyên psîkolojîk de di nav balixbûn û kamiliyeke temam de hate pîrozkirin. Li vir sebir, disiplîn û rasyonalîteya komelanên gelê kurd û liserxweyîya wan dayika vê encama serketî ye. Li vir rola ragihandinên Pkk yên berî pîrozbahî dest pê bikin jî heye, ew jî li vir xwedî gotin e û pêwiste paþguh nebe. 6. Teleb û daxwazên kurdan û helwestê wan çareseriya pirsgirêkan hesantir kir. Pîrozbahî çend cih bêne istisnakirin bênexweþî biencambûne û fersenda ku pîrozbahî bibin faktorên provokasyon û midaxeleyan nedane hevalbendên tevlîhevî û teþqeleyan. Cardî silogan û bangên ku kurdên Baþûrê Kurdistanê birayên me ne, belê di teniþta vê rastiyê de rastiyeke din jî heye ku em ne dijminên tirkan in û em dê tirkan ji piþt de xincer nekin tirs û paxava ku kurd wê ji me biqetin û Hwd din çendî bêcîh in ew jî hate pêþkêþkirin. 7. Xaleke din ku hêjayê gotinê ye û wek encama Newroza 2007 an gerek bê hejmartin û binavkirin ew e ku ew hewlên li hundur û li derve ji bo çêkrina alternatîveke **** wê qet piþtgiriyeke gelêrî û girseyî nebîne û stratejiyeke wuha ji xeyalên xav û xam pêve ne tiþtek e jî hate dîtin. Ji awura Kurdistana Bakur û Tirkiye niwênerê kurdan û serokê kurdan kî ye ew jî bi rengekî giþ þik û gomanên di vî alî de hene hilweþand, çendî derew û vala derxist. 8. Newroza 2007 an da xwiyakirin ku di sedsala 21 ê de tevgera siyasî ya kurdan tevgera helî girseyî ya cîhanê ye, ew jî rxiste ber çavan. Ev tevger ne Li Felestînê, ne li Bakurê Irlenda, ne li Katelonya Spanya û ne jî li welatên Emerîka Latînî tevgereke ku di yek rojê de milyonan derxe derve tune. 9. Divê mirov li van giþan rola komîteyên Amadekar jî jibîra neke ku bi salan Newrozan li dar dixin û di vî alî de xwediyê azmûnên 15- 20 salên dawî ne. |
||||||||||||||||
|
|
|
| Tags: 1990, 2008, dawi, diroka, newroz, salen |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Maya 2008 | Dijvar | Program Download | 1 | 07-21-2009 01:45 AM |
| 2008 Ýn BÜtÜn AlbÜmler.. | TUUFAN_12 | Türkçe Full Albümler | 5 | 09-14-2008 10:59 PM |
| Van HakkarÝ YÜksekova 2008 Newroz OlaylarÝ Raporu | awci | Güncel Haberler | 0 | 04-12-2008 12:31 AM |
| 2008 Newroz | Dijvar | Güncel Haberler | 1 | 03-18-2008 11:19 PM |
| Dîrok û Ziman | PeRWeR | Dirok | 0 | 05-18-2007 08:58 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk yazan kullanýcýlara
aittir.
Ayrýca albümlerinin sitemizde yayýnlanmasýný istemeyen kürt sanatçýlarýmýz isteklerini mail adresimize bildirmesi yeterlidir.
Yinede sitemiz ile ilgili bir sorununuz var ise;
Lütfen,
xerib.com@gmail.com 'a
bildiriniz.
Mesajýnýz en kýsa sürede incelenip, gereken müdahale yapýlacaktýr.