![]() |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||||||||
|
Di malpera Kerkûk-Kurdistan e de, rastî nivîsekê bi navê “Diyarbekir û navên wê” ya Silêman Demir hatim. Ez ne dîrokzan im, lê di nivîsê de min gelek kêmanî dîtin, ji ber vê yekê ez dixwazim him nivîsê hinek þîrove bikim, him jî hinek tiþtan le zêde bikim.
Silêman Demir, di nivîsa xwe de dîtinên Ermeniyan yên ko li ser avakirina Diyarbekir þîrove dike û ew bi xwe jî tê li ser vê encamê disekine: “Sala avabûna Diyarbekir bi esehî nayê zanîn, lê gava mirov hemû zanyarî û teoriyan dide ber hev û bi ser hev vedike, mirov bi hesanî tê derdixe ko bi kêmasî çend sed salekî berî zayinê, yanî di dema xurtiya Ermeniyan de wek bajarekî mezin hatiye avakirin.” Tê xuyakirin ko Silêman Demir hatiye li ser dîtinên Ermeniyan sekiniye. Îcar em dizanin ko Diyarbekir bajarekî pirr kevn e. Dîrokzan diyar dikin ko Diyarbekir bi kêmanî 3000 sal berî zayinê hatiye avakirin. Di vê dîroka dûr û dirêj de Ermeniyan hew di nav salên berî zayinê 85-69an de li Diyarbekir hukum kirine, lê Ermenî tim û tim li Diyarbekir jiyane. Bi kurtayî, di dîroka Diyarbekir de tu ciyekî Ermeniyan tune ye û Ermeniyan ev bajar ava nekirine. Ji ber ko berî Ermeniyan Diyarbekir bajarekî mezin bûye û gelek kesan hatine lê hukum kirine. Ez ê li jêr desthilatdariyên berî Ermeniyan rêz bikim. Ermenî ……… (b.z 69-85) Part …………..(b.z. 85-140), Selevok……… (b.z 140-323), Skenderê Mezin(b.z. 323-331) Pers……………(b.z 331-550) Med……………(b.z 550-625) Îskît…………….(b.z. 625-635) Asûr……………b.z. 653-1260) Asûr di berî zayinê 1260an de, Diyarbekir zeft dikin, heta b.z.653an çar caran ji destê wan derdikeve, çar caran zeft dikin. Desthilatdarî di nav Asûrî û hêzên heremê de( ko ew kurd in) Timî dest diguhere. Îcar dîroka wê ya berî Asûriyan jî heye ko aniha gelek lekolînvan li ser dixebitin, lê tiþtên tê gotin ev in; Cara yekemîn bajarê Diyarbekir bi destê Hûriyan b.z. 3000 sal berê û belkî hîna zêdetir hatiye avakirin. Hûriyan li dora Girê Wêran ko li hundurê kela biçûk deye avahî çêkirine û li wir bi cî bûne. Silêman Demir di nivîsa xwe de bi vî awayî didomîne: “Bi dû re, yanî gava hîna Diyarbekir bajarekî xurt ê Ermeniyan e, b.z.69an dikeve destê Romiyan. Wî çaxî ji xwe sûra bajer heye.” Ez bawer dikim ko di derheqê sûran de jî agahî gelek kem û þaþ e. Ji ber ko gava bajêr ket destê Roman li Amîdaye xêncî sûra dora Girê Wêran sûr tûnebûn., tê gotin ko ew sûr bi destên Hûriyan hatine çêkirin. Rom pêþiye sûra kevn xera dikin, li dora seraye sûreke firehtir çêdikin, aniha em ji vê sûrê re dibêjin Kelaya Hundir. Piþt re di sala 349an de Constantius ê duyemîn li dora Diyarbekir kelayekî dinê dide lêkirinê lê ew kela ne kela îroyîn e. Sînorê kelayê ji Derê Çiyê rasterast di Cadeya Gazî ya îroyîn re digihîþt Derê Mêrdîn. Di sala 367an de Sasaniyan bajarê Nisêbînê ji Roma sendin. Xelkê Nisêbîn yên xaçperest nexwestin dibin hukmên agirperestan de bimînin. Tev de hatin li rojavayê Diyarbekir li ber sûran kon vegirtin. Piþtî vê bûyerê Romayiyan sûrên rojavayê bajêr xera kirin û fireh kirin, sûr gihîþtin þeklê xwe yên îro. Lêkirina sûran di sala 375an de qediya. Silêman Demir di nivîsa xwe de pirsekê dike: “Kurd ji kengî ve li Amîda hene, bi eseyî naye zanîn.” Û didomîne. “Lê þer û bûyerên ko li heremê bûne û þopên li Amîda mane, didin xuyakirin ko kurd hîna b.z. 450 salan li wir hene.” Bi rastî, Silêman Demir bi vê nêrîna xwe, bingeh û dîroka kurdan þîlo dike, diavêje nav mij û dûmanê. Bi vê dîtina xwe, Silêman Demir Hûrî, Gûtî, Mîtanî û Medan kurd nahesibîne. Eþkere bûye ko Amîdayê bi kêmani 5000 hezar sal berê Hûriyan avakirine û ji wê çaxê vir de jî- ne desthilatdarbin jî- bi ciyekî de ne çûne. Tê zanîn ko Hûrî di bingeha kurdan de damareke xurt e, ji berê de li ser vê coxrafyayê dijîn û berî wan tu kes nayen nas kirin. Hîna jî, ji yekê bi esil re em dibêjin felankes hurr e. Dîsa di bingeha kurdan de damareke din ya xurt Mîtani ne. Mîtani qewmeke arî ne di b.z. 1500 de li dora Mêrdîn û Diyarbekir dewletekê ava dikin û dawiyê dibin împaratoriyeke cîhani. Dewleta wan nêzî 500 sal didome, ew qewm jî bi ciyekî de neçûne li ser axa xune. Li Mêrdîn hîna jî Herêma Metîna, Çiyayê Metîna bi navê wan tê gotin, stranên wan wek “lawike Metînî” ketine folklora me. Dîsa Med b.z.di salên 1000î de hatine Kurdistanê. Di b.z. 550î de bûne dewlet, di b.z.625an de Amîdayê ji destê îskîtan derdixin û li Diyarbekir dibin desthilatdar. Îcar Silêman Demir hebûna kurdan li Amedê çawa di b.z 450î de dide dest pê kirinê meriv fêm nake. Mehrdad R.Izady di pirtûka xwe ya bi nave “Kurd: pirtûkeke ber destan” de meseleya bingeha kurdan gelek xweþ þîrove dike û gelek pirsgrêkan jî zelal dike. Hûrî ji berê de li ser axa Kurdistane dijîn, berê Mîtani, dawiyê Med û di dû wan re jî hinek eþîrên Îskît û alan hatine, tesîrek mezin li ser Hûriyan kirine, di nav hev de keliyane tev de bûne aryen û etnîsîteya kurd ji wan derketiye. Di folklora me de þopên wan eþkere ne, destana Memê Alan hîna jî tê gotinê Li ser hevokeke dinê jî ez dixwazim bisekinim ko wa tê gotin: “Tîgrane I. Lawê mir Mîthradatesê 6. ê pontosî ye.” Ez ê ji bo zelalkirina vê meseleyê jî, berê xwe bidim pirtûka Mehrdad R. Izady. Izady dibêje ko kurd ji koka xwe de mil û zil in. Zil li Anadolê sê dewlet li dar dixin. Zelaniyê Pontûs, Zelaniyê Kapadokya û Zelaniyê Komagene. Îcar Mîthradatesê ko Silêman Demir qal dike rast e kralê Pontûs e lê kurd e û ne bavê Tîgran e, xwezûrê wî ye. Wê demê Zelanî pirr xurt bûne, destê wan heta Îtalyayê gihîþtiye. Ji ber vê yekê ye ko Sezar artêþa dicivîne û tê bi ser wan de. Piþtî ko Sezar Zelaniya têk dibe, bi van hersê peyvan dikeve dîrokê: “Ez çûm, min dît, min wan têk bir.” Piþtî ko Zelanî têk diçin, Ermenî xurt dibin û li kurdan hukum dikin. Tîgran kurdên Kapadokyayê wek koleyan digire û dibe di avakirina bajarê Tîgranocerte de dide xebitandinê. Ji ber vê yekê gava Ermenî û Rom þer dikin, kurd piþta Roman digirin û Ermenî têk diçin. Dîsa gora Izady navê “Diyarbekir” ji navê Bagratiyan tê. Bagratî mezinê eþîra Begrawand in. Bagratî jî wek Eyûbiyan Arîstokrat bûne û tim bajar û dewleta îdare kirine. Heta sala 1800î jî dewleta Gurcuyan di destê Bagratiyan de bûye. “Diyarê Bakr” di demeke dirêj de bûye Diyarbekir. Têkiliya navê Diyarbekir bi Ereban re tune ye. RECEB DILDAR |
||||||||||||||||
|
|
|
| Tags: diyarbekir, droka, ser |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Bazê Med; Ferwertiþ | Dijvar | Çandi Giþti | 0 | 03-18-2008 02:44 PM |
| Dîroka Amedê | Rockurd | Dirok | 0 | 12-30-2007 07:36 PM |
| Dîroka Ehmedê Xanî - Rohat Alakom | esra | Helbesten Kurdi | 1 | 11-04-2007 11:51 PM |
| Dîroka Kronolojîk | berxwedan | Dirok | 4 | 02-04-2007 04:27 PM |
| Dîroka Newrozê û Girîngîya Newrozê Ji Bo Neteweya Kurd | berxwedan | Dirok | 1 | 01-23-2007 09:47 AM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk yazan kullanýcýlara
aittir.
Ayrýca albümlerinin sitemizde yayýnlanmasýný istemeyen kürt sanatçýlarýmýz isteklerini mail adresimize bildirmesi yeterlidir.
Yinede sitemiz ile ilgili bir sorununuz var ise;
Lütfen,
xerib.com@gmail.com 'a
bildiriniz.
Mesajýnýz en kýsa sürede incelenip, gereken müdahale yapýlacaktýr.