![]() |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||||||||||
|
Pêþgotin
Berzo Mehmud "Ji sala 1984-an ve ta roja îro ez karê nivîsîn û serperiþtiyê di warê rojnamegeriya Kurdî de dikim, nemaze di çend govarên Kurdî de, ku despêkê govara Gelawêj bû, paþê ez çûme nav karê govara Pirsê, û vê dawiyê govara Hevind. Di vê qunaxa han de, min gelek xem di warê nivîsîna Kurdî de xwarine, jiber ku di vî karî de ez pêrgî gelek kêþeyên rênivîsê dibûm, nemaze ku rênivîseke Kurdî birêkûpêk yan jî standard nebû ku em li ser yek awayî têde bimeþin, jibilî vê jî bîrûrayên ciyawaz navbera rênivîsa Celadet û ya Reþîdê Kurd û ya Qenatê Kurdo hebûn, ku vê yekê jî tevlîhevîk di nav nivîseran de drust dikir. Lê, her hemî jî ketin xid**** pêþketina zimanê Kurdî de. Van hokaran di warê tevgera nivîsînê de bi zimanê Kurdî, axaftin li ser rênivîsa zimanê Kurdî di nav rewþenbîrên Kurd de gurr dikir, û vê yeka han dihiþt ku her demekê lêkolînekê di alîkî ji aliyên rênivîsa Kurdî de binivîsim, ku ev jî berî sala 1996an dest pêkiriye, û ji wê demê ve babetên vê pertûkê di govarên Kurdî de dihatin belavkirin, û gelek ji wan jî ta niha belav nebûne.Min weha dît, ku nivîsîna Kurdî pêwîstî bi lêkolîneke zimanvanî derbarî rênivîsê heye, ku bikarê wan giriftarên ku di þêweya nivîsîna Kurdî de hene bidê xuyanî kirin, û hewl bidê ligor nerîneke zimanvanî wan tegeran عراقيل di þêweya hewldan û pêþniyarkirinê de, neku biryardanê, çareser bikê. Herweha dixwazim awayên rast, û awayên nerast ligor bîrubaweriya xwe berçav bikim, bo nimûne, gelek caran hin peyvên Kurdî bi þêweyeke çewt û nerast têne nivîsîn, wek: (di bêjim) ku parçê (di) ji parçê (bêjim) vediqetandin, her ev jî þaþe. Þêweya rast jêre ku herdû parçe pevve bêne nivîsandin, wek: (dibêjim), ango divê kertên peyvê bihevve bêne nivîsîn. Lewre jî min xwest di vê pertûkê de ez hin xalên, ku di baweriya min de giringin, danim ber çavê nivîser û zimanzan û xwêneran, û raya xwe jî bi ronî têde hiþkere bikim. Bo vê yekê jî, min piþt bi lêkolînên zimanvanî girê da, jibo bikarim li ser rêbazeke zanistî di þîrovekirina hoyên hebûna diyardeyên zimanî de bixebitim, û têde kêþeyên zimanê Kurdî berçav bikim. Herweha peywendiyên destûrên rêzimanî bi rênivsê re bidim xuyanî kirin, ligor ku zimanzanên cîhanê bi þêweyeke rast û drust têde çûne. Zimanê Kurdî pêwîstî bi xebateke mezin heye, ku li ser bingehên zanyarî herê pêþ, û bi drustî rêya xwe têde bajo, da ku em jî wek miletên dîtir þanaziyê bi nasnameya xwe bikin û bi zimanê bavûbapîrên xwe rewþenbîriya xwe ava bikin, dûr ji hestê dijminatiyê bi zimanên miletên dîtir re. Ev karê han berî her kesî di stûyê rewþenbîrên Kurd deye, yên ku îroroj ji wan tê xwestin bi rola xweyî berpirs rabin. Weha diyare ku rênûsa zimanê Kurdî navbera piroseya likanê û nelikanê de diçê û tê. Ev likan û nelikan di rênûsa Kurdî de þêweya standard li ber nivîseran wunda dikê, ku îroroj ji hemî çaxan pirtir, me pêwîstî bi þêweyeke standard heye, ku bikarê rayên zimanê Kurdî li ser cihekî xurt biçênê. Bo vê yekê jî, min xwest ez li ser hin alozî û ciyawaziyên rêzimanê Kurdî rawestim, û min jî rêbaza xwe li ser yasayekî giþtî di rênivîsê de kiþandiye ku ew jî bûna peyva Kurdî di du þêweyan de: þêweya ferhengî û þêweya ristesazî, wilo jî berên peyvê wek (nav û kar û hevalnav û jimar...) dikevin ber herdû þêweyan de û ka çilo di warê rênivîsê de tên. Herweha ev lêkolîn li ser rêbazeke zimanvanî, ku xelekên pertûkê bi hev ve di çarçêweyeke taybetî de tê çareserkirin, û bîrûraya xwe têde didim xuya kirin, bihêvîme bikarim xizmetekê ji vî zimanî re bikim. Bi ser ku zimanê Kurdî temenekî xweyî dûrdirêj heye, lê mixabin ti xebata zanistî di dema kevin de jêre nebûye, tiþtê heyî jî di van pêncî salên dawî deye, ev dema han jî ligor temenê zimanê Kurdî gelek kurt û hindike. Di vê pertûkê de dixwazim hin kêþeyên rênivîsê bi þêweyeke nû, û bi nerîneke zimanvanî bidim ber lêkolînê, neku em bi vê destûrê yan wê destûrê bigirin, ne tenê çima filan zimanzanî wilo daniye, yan wilo xwestiye, inca her waye, û nabê dîtineke dîtir werê meydanê. Ya dîtir jî ewe ku ev bîrûra di çarçêweya nerîneke tiyorî de dimênê, ne dûre di paþerojê de ev nerîn, ya hin nerîn ji wan bêne guhartin." * * * Naverok Pêþgotin BEÞÊ YEKÊ ZARAWE I- Danîna Zarawe II- Peyv û Tiyoriya Morfêm BEÞÊ DUWA LIKAN Û NELIKAN I- Rênivîsa Peyvê navbera Pevvekirin û Cudakirinê II- Nivîsîna Paþkokan Di Zimanê Kurdî de BEÞÊ SÊYA: BABTÊN PEYVÊ I- Peyv di Þêweya Ferhengî û Ristesazî de II- Þêweya Standard û Þêweya Navçeyî III- Bêje û Erkên Têvel di Danîna Rênivîsê de BEÞÊ ÇARA PEYVRONAN I- Peyvronan II- Danîna Nav III- Hevalnav IV- Nivîsîna Amrazên Lêkder V- Nivîsîna Jimaran BEÞÊ PÊNCA NÝVÎSÎNA NÎÞANEYÊN NAV I- Nîþaneyên Rêzimanî II- Morfolojiya Nav di þêweya likanê de III- Likan û Nelikan IV- Nav di Barên Ristesazî de V- Nîþaneyên Rêzimanî yên nav VI- Tewang BEÞÊ ÞEÞA NIVÎSÎNA DAÇEKAN I- Nivîsîna Daçekan II- II- Erk û Rola Morfêma (bi) III - Nivîsîna Daçekên Lêkdayî IV- Nivîsîna Daçekên ligel Navên cî V- Egerên Likana Paþçekan VI- Pêwîstbûna Nelikana Paþçekan BEÞÊ HEFTA RÊNIVÎSA KAR Kar di Þêweya Ferhengî û Ristesazî de II- Jêderên Sade (Pêþrês û Paþrês) III- Kar û Paþkok IV- Nivîsîna (ê)ya Ayinde V- Jêderên Dariþtî VI- Jêderên Lêkdayî VII- Karê (bûn) û Rêjeya Erênî û Nerênî VIII- Morfêma (-e) yan (-ê)? BEÞÊ HEÞTA FERHENGOK |
||||||||||||||||
|
|
|
| Tags: berzo, kurd, mehmd, peyva, pirtka, rnivsa |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Dîroka Ehmedê Xanî - Rohat Alakom | esra | Helbesten Kurdi | 1 | 11-04-2007 11:51 PM |
| Ma Zerê Tertele Dêrsým de Oncîa Amey Dýna... | ezel | Hikayeler, Denemeler | 3 | 05-28-2007 05:34 PM |
| >Hikumeta Kurdistanê ya Þêx Mehmud (1918) | sabata | Dirok | 3 | 01-21-2007 04:26 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk yazan kullanýcýlara
aittir.
Ayrýca albümlerinin sitemizde yayýnlanmasýný istemeyen kürt sanatçýlarýmýz isteklerini mail adresimize bildirmesi yeterlidir.
Yinede sitemiz ile ilgili bir sorununuz var ise;
Lütfen,
xerib.com@gmail.com 'a
bildiriniz.
Mesajýnýz en kýsa sürede incelenip, gereken müdahale yapýlacaktýr.